Wezîra Aborî ya Kanada jiber Şerê li Ukrayna Dewlemendên Rûs Tawanbar Dike

Wezîra Aborî ya Kanada Chrystia Freeland îro Înê di civîna G20 de teknoratên Rûs jî ser dagirkirina Ukrayna tawanbar kir.

Freeland di civîna G20 de berê xwe da şandeya Rûs û da zanîn ku di cengê de tawanbar ne tenê general, lê dewlemendên Rûs in jî ku rê dane ku şer çêbe û bidome.

Wê di axaftina vekirinê ya civîna G20 de jî dîyar kir ku şer îro dijî aborîya cîhanî gefa herî mezin e.

Hêjayî balkişandinê ye ku dapîr û bapîrê Freeland li Ukrayna hatine dinê.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir û ji wê çaxê vir ve karbidestên welatên cîhanê ser krîza xwarinê hişyarîyan didin.

Rûsya û Ukrayna di firotina dexilan de li cîhanê di rêza de pêş de ne, lê jiber şer genimê Ukrayna di depoyan de maye.

Tirkîye bi alîkarîya Neteweyen Yekbûyî (NY) hewil dide ku bo derxistina dexil ji Derya Reş korîdorekê çêke.