Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) îro Înê xema xwe li ser destpêbûna tundîya nêzîkî sînorê Azerbaycan û Ermenistanê dîyar dike ku 3 kes derengîya Pêncşemê hatine kuştin.
Ermenistan dibêje, 3 sîvîl di encama topbaran û teqekirinan de li gundên nêzîkî Azerbaycanê hatin kuştin, 2 kesên din jî birîndar bûn.
Karbidestên hikûmetê bûyer wek kiryarakeke provokatîf ya Azerbaycanê nav kir û şermezar kir.
Azerbaycanê rastxwe bersîva tawanbarîyan neda, lê îdia kir ku gundên Azerî yên ser tixub rastî êrîşan hatin û hêzên Azerî jî bersîva wan êrîşan da.
Du komarên Sovyeta berê di salên 90an de li ser herêma Karabaxa Çîya (Nagorno-Karabakh), herêma bi piranî Ermenî ya Azerbaycanê ku bin kontrola hêzên Ermenî bû, şer kiribûn.
Hêjayî balkişandinê ye, tevî agirbesta şer ya îmzakirî, peywendîyên her du alîyan girj û alozn in.