Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Dê Serdana Welatên Karîbî Bike

Wezareta Derve ya Amerîka

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Christopher Landau dê di navbera 9 heta 12ê Tebaxa 2026an de, serdana welatên Deryaya Karîbî li Amerîkaya Latînî bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku Cîgirê Wezîr roja Yekşemê dest bi gera xwe ya karîbî dike û heta 12ê mehê dê serdana welatên giravî; Trinidad û Tobago û Guyana bike.

Wezaret di daxuyanîya xwe de dibêje, li Trinidad û Tobago, Cîgirê Wezîrê Derve Landau dê bi Serokwezîr Kamla Persad-Bissessar re bicive da ku têkiliyên dualî bêtir xurt bike, di nav de gotûbêjên derbarê karên hevbeş yên pêşîn di warê enerjî û ewlehiyê û pêşvebirina hevkariya aborî de.

Daxuyanîya Wezaretê dîsan dibêje, Christopher Landau li Guyana, dê bi Serok Irfan Elî û endamên kabîneyê re bicive da ku li ser berfirehkirina hevkarîya aborî ya dualî û xurtkirina derfetên weberhênanê yên dualî qotûbêjan bikin.

Seredan dê her wiha li ser zêdekirina hevkarîyê di sektorên stratejîk de, di nav de enerjî û samanên me’denî yên girîng, raweste.

Daxuyanî dibêje, "Serdana Cîgirê Wezîrê Derve Landau pabendbûna Amerîkayê ya ji bo xurtkirina hevkariyên piralî, tekez dike."