Berdevka Koşka Spî dibêje ku "Ya herî baş di berjewendîya Îranê," de ew e ku daxwazên Serok Donald Trump bicîh bîne, dîsan dibêje ku îhtîmala rêkeftinekê bi Tehranê re erênî ye.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt, roja Çarşmeê di civîneke çapemeniyê de got: "Me hestek baş derbarê îhtîmala gihîştina rêkeftinekê bi Îranê re heye," Wê got jî, "Zelal e ku berjewendiya herî baş a Îranê ew e ku daxwazên serok Trump bicîh bîne."
Rayedarên leşkerî yên Pakistanî roja Çarşemê serdana Îranê kirin da ku ji bo gera duyemîn a danûstandinên rasterast di navbera Amerîka û Îranê de amadekariyan bikin.
Lê, Leavitt diyar nekir ka kengî dê danûstandin ji nû ve dest pê bike, lê got dibe ku li Pakistanê be.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, ku beşdarî civîna çapemeniyê ya Koşka Spî bû, tekez kir û got ku dorpêça Amerîkayê li ser avên deryayî li Tengava Hormuzê rê li ber Çînê girtiye ku petrola Îranê bikire.
Scott Kenneth Bessent wezîrê xezîneya Amerîkayê her weha got ku hikûmeta Amerîkayê nameyên hişyariyê ji du bankên Çînî re şandiye û gef li wan xwariye ku eger ew sizayên aborî yên li dijî Îranê binpê bikin, ew ê bi sizayên giran re rû bi rû bimînin.