Jina Kurd Kasar Abdulla Xelata Qesra Spî Werdigire

Kasar Abdulla

Kurdeke Amerîkî ya bi navê Kasar Abdullah hêjayî Xelata "Pêşenga Guhartinê" ya Qesra Spî hate dîtin, jiber kar û xîzmetên wê yên serketî.

Xanim Abdulla li bajarê Nashville dijî û di rêxistina "Welcoming Tenesse" de wek perwerdekar dixebite.

Abdulla jiber karên xwe yên berbiçav ya jibo xêrhatin û pêşwazîkirina penaber û koçberên ku nû têne Amerîka û hevhembezkirina olên cuda, hêjayî xelatê hate dîtin.

Li ber e Xanim Abdulla îro li Qesra Spî xelata xwe wergire.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Kasar_Abdula