Wezîrê Berevanîya Îsraîlê: Artêşa Me ji Libnanê Venakişe

Israel Katz Wezîrê Berevanîya Îsraîlê

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Îsrael Katz roja Duşemê ragihand ku Îsraîl ji deverên ku li Libnanê kontrol kirine venakişe.

Katz hişyarî da ku eger Îran di bersiva bûyerên li Libnanê de êrîşekê li dijî Îsraîlê encam bide, Îsraîl dê bi hemû hêza xwe bersivê bide.

Wezîrê Îsraîlî got ku ew û Serokwezîr Benjamin Netanyahu siyaseteke zelal parve dikin ku artêş dê li herêmên ewlehîyê yên li Libnan, Sûrîye û Xezayê bimîne. Wî destnîşan kir ku kontrolkirina van herêmên ewlehîyê yek ji "destkeftên herî mezin" ên artêşa Îsraîlê di şerê li herêmê de ye.

Katz tekez kir ku tevî hemû givaştinan, ew red dike ku artêşa Îsraîlê ji Libnanê vekişîne. Wî herwiha got ku Serokwezîr Netanyahu ev yek ji Serok Donald Trump û rayedarên payebilind ên Amerîkî re eşkere û zelal kiriye.

Karbidestê Îsraîlî got ku wî ev yek roja Yekşemê ji Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Pete Hagseth re jî zelal kiriye.

Rojnameya Îsraîlê Yedioth Ahronoth berê ragihandibû ku Netanyahu ji Trump re gotiye ku Îsraîl ji Libnanê venakişe.