Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz îro Pêncşemê ragihand ku welatê wî amade ye êrîşên ser bingehên rejîma Îranê destpê bike û armancên êrîşan jî diyar in.
Katz di peyameke vîdyoyî de got: "Ji bo destpêkirina êrîşan, em li benda 'çira kesk' a Amerîkayê ne. Eger êrîş destpê bikin, emê berê malbata Xamineyî ji holê rakin ku wan plana tunekirina Îsraîlê dabû destpêkirin. Piştre jî emê her kesê ku cihê wan bigire, ji holê rakin."
Karbidestê îsraîlî bal kişand ser amadebûna artêşa Îsraîlê ya ji bo parastin û êrîşê û got ku ev êrîş dê ji yên berê cudatir û dijwartir be.
Wezîrê Berevanîya Îsraîlê herwiha hişyarî da ku eger şerê bi Îranê re dîsa destpê bike, welatê wî amade ye bingehên enerjî, elektrîk û aborîya Îranê bi tevahî jinav bibe.