Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz îro Înê ragihand ku agirbesta 10 rojî ya di navbera Îsraîl û Libnanê de demkî ye.
Bi navbeynkarîya Serokê Amerîkayê Donald Trump, agirbesteke 10 rojî doh Pêncşemê hat ragihandin da ku derfetekê bidin dîplomasîyê.
Wezîrê berevanîya Îsraîlê destnîşan kir ku Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ji axa Libnanê venakişe û armancên Îsraîlê yên mayî li wî welatî, eger pêwîst be bi rêya zorê û bi çekan, wê tekez werin bicihkirin.
Katz di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê li ser hemû axa ku kontrol kirîye dimîne û wê kontrola xwe ya li ser van herêman berdewam bike.
Îsraîl li başûrê Libnanê herêmeke ewlekarîyê ya 10 kîlometreyî ava kirîye û karbidestên Îsraîlî dibêjin ku IDF ji bo parastina sînorê bakurê Îsraîlê li wir bicih bûye.