Wezîrê Berevanîya Îsraîlê: Emê ji Libnan, Sûrîye û Xezeyê Venekişin

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz îro Înê ragihand ku ku artêşa welatê wî dê ji Libnan, Sûrîye û Kerta Xezeyê venekişe.

"Îsraîl dê ji deverên ewlekarî li Libnan, Sûrîye û Xezeyê venekişe," wî li ser platforma X'ê got û da zanîn ku Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) "dê bi berdewamî berevanîya sînor û welatîyên me li Çiyayê Heremon, çiyayên Libnanê û deverên axa me ya herêma Samaria û piranîya Xezeyê bike."

Katz got ku ev berevanî hember metirsîyên ji alîyê kom û hêzên cîhadî ve tên kirin.

Wezîrê berevanîya Îsraîlê herwiha derbarê Îranê jî axivî û diyar kir ku "dê şiyana me hebe ku em bi awayekî serbixwe li ber Îranê bigirin ku çekên navokî bidest nexe."

"Min û Serokwezîr Benjamin Netanyahu ferman daye IDF ku xwe li gor vê yekê amade bikin," Katz got.