Katz: Amerîka ji Me re Negotiye ji Libnanê Vekişin

Israel Katz - Wezîrê Berevanîya Îsraîlê

Israel Katz, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ji başûrê Libnanê venakişe, û Amerîka ji me re negotiye ku ji Libnanê vekişin.

Wezîrê berevanîya Îsraîlê dibêje ku artêşa wî ji "herêma ewle" ya li başûrê Libnanê venakişe, eger ku Amerîka jî wan daxwaz bike jî, ewê venekiştin.

Îsraîl Katz roja Çarşemê di konferansekê de li Tel Avîvê got ku nêzîkî 200,000 niştecihên Libnanê venagerin deverên ku wan vala kirine.

"Li herêmê ne niştecih û ne jî terorîst hene. Berê, teqemenî li deverên ewlehiyê, di nav de sivîl jî, dihatin danîn û êrîş li ser leşkeran dihat kirin. Em ê rê nedin ku ev yek careke din biqewime," Katz got.

Katz di dema Konferanseke bi rayedarên Herêmî yên li Tel Avîv encam de, gef li koma çekdar ya Hûsîyên li Yemenê xwar û got: "Hesaba bi Hûsîyan re vekirî dimîne, û ew ê hesabê bidin. Ger serokê wan bikeve ber çavê me, em ê wî ji holê rakin."

Ev şîrove di demekê de tên ku li Washingtonê danûstandinên bi piştgiriya Amerîkayê li ser rêkeftinên ewlehiyê yên ji bo başûrê Libnanê didomin.