Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz li ser hesaba xwe ya X'ê got ku Orşelîm paytexta Îsraîlê dimîne û her xewnek guhertina serwerîya bajêr red kir.
Katz got, "Orşelîm ne Konstantîna ye û Îsraîl ne împeratorîyeke xaçperestan e ku li ber hilweşînê ye, lê welatek bihêz û biryardar e ku şiyana xwe ya parastina xwe li hember her gefê îspat kiriye."
"Orşelîm 3,000 sal in paytexta Cihûyan e û dê her û her paytexta Îsraîlê bimîne, lê Împeratoriya Osmanî ya ku hûn û Erdogan xeyal dikin hilweşiyaye û dê tu carî venegere."
Ev şîroveyên Wezîrê Berevanîya Îsraîlê piştî wê yekê hat, dema ku Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Mustefa Çiftçî di civînek partîya desthilatdar a AKPê de hêvî xwest ku di serdema serok Recep Tayyip Erdogan de bibe Parêzgarê Orşelîmê.
Wî got: "Bi alîkarîya Xwedê, ev xak dê vegere bin kontrol û serweriya me," û her wiha got ku xewna wî ew e ku di pêşerojê de Orşelîmê birêve bibe.
Katz her wiha rexne li Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û berpirsên wî welatî girtin û got ku ew Tirkiyê vedigerînin "serdemeke tarîtî û paşverûtiyê".
Ev şîroveyên wezîrê berevanîya Îsraîlê di demekê de tên ku di mehên dawî de li ser mijarên herêmî, bi taybetî rewşa Orşelîmê û şerê Xezayê, di navbera berpirsên Îsraîlî û Tirkîyê de nakokî û gotinên devkî zêde bûne.