Rayedarên Kazaxistanê îro roja Yekşemê ragihandin ku zêdetirî 5,000 kes li Kazaxistanê hatine girtin ji ber serhildanên ku heftîya borî qewimîn li welatê herî mezin yê Asyaya Navîn.
Medyaya herêmî ji zarê wezareta navxwe ragihand ku bi giştî, 5,135 kes jibo lêpirsînê hatine binçav kirin di çarçoveya 125 lêpirsînên cuda yên li ser aloziyan.
Welatê nêzîkî 19 mîlyonî û zengînê enerjiyê heftîyeke di alozîyan da ye jiber serhildanan û bi dehan kes hatine kuştin.
Zêdebûna nirxê sotemeniyê berî hefteyekê bû sedema aloziyan li deverên parêzgeha rojavayî lê ew zû gihîştin bajarên mezin, di nav da navenda aborîyê Almaty, ku lêre serhildan derketin û polîsan bi guleyên rasteqîn êriş kirin.
Medyaya xwecihî ji zarê Wezareta navxwe ragihand ku texmînên destpêkê zerera madî li nêzîkî 198 mîlyon dolaran e.