Aydar: Banga 102 Parlementerên YE Dengê Wîjdana Gelên Ewrupa Ye

Zubeyîr Aydar Endamê Komîta Birêvebir ya KCK

102 parlamenterên Parlamenta Ewrupayê danezanek îmzae kirin, di danezanê de daxwaz ji Yekîtîya Ewrupa tê kirin ku, PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtîya Ewrupa bê derxistin û li Tirkiyê dialoga aştiyê car din bê destpêkirin, herwiha dewleta Tirk dawî li êrîşên xwe yên liser herêmeên Kurdan bîne.

Parlementerên ku îmza xwe havêtinê binê danezanê, ji koalîsyonên cûda reng û dengê gelên ewropa ne.

Parlamenteran di danezana xwe de wiha nivêsandiye: "Şîdet li hemberî aramiya Tirkiyê û herêmê xeteriyeke mezin e. Divê ev şîdet derhal bi dawî bibe; ji nû ve pêvajoya aştî û muzakereyan destpê bike.

Derheqa vê Mijarê Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel birêz Zubyîr Aydar endamê Konseya Birêvebir ya KCK encam da, Aydar got "Em vê pêngava parlamenterên Yekîtîya Ewrupa giring dibînin û rêza me ji vê bangê re heye.

Aydar herwiha got jibo ku rê liber aştiyê ve bibe, pêngava yekê divê PKK ji lîsta terorê derxistin, jiber ku PKK tevgereke siyasî mafdare lê dewleta Tirk terorê pêk tine, zarokan, jinan û sivîlan dikûje, weke Zubyer Aydar dibêje.

Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Zubeyîr Aydar Endamê Komîta Birêvebir ya KCK