Dilşad Şehab: Partî Bawerî Bi Namerkeziyetê Heye

Endamê serkirdayetiya PDK Dilşad Şehab: Partî bawerî bi sistimê namerkeziyetê heye, lê têbînî li ser daxwaza endamên encûmenê bajarê Silêmaniyê heye.

Endamê serkirdayetiya Partî Demokratî Kurdistan PDK Dilşad Şehab gote Dengê Amerîka VOA ku di binemayên pêkînana hikumetê de Partî bawerî bi sistimê namerkeziyetê (Nanawendêtî) heye, lê têbîniya me ewe, ew ne li ser daxwaza endamên encûmenê bajarê Silêmaniyê be.

Birêz Dilşad Şehab got jî, dijatiya çend endamên Partî bi egerê azirandina vî babetî bu bi ragehandinên çend endamên encûmenê bajarê Silêmaniyê.

Endamê serkirdayetiya PDK got, li roja Şemiyê herdû mektebên siyasî yên YNK û PDK wê li ser daxwaza serokê herêmê bi civin û em bawernakin kû cûdahî dinêvbera herdû aliyan de hebe li ser babetê Namerkeziyeta parêzgehan.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn digel Dilşad Şehab