Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) êrîşên berdewam ên bi mûşek û dronan li ser kampên sivîl û navendên partîyan li Herêma Kurdistana Iraqê bi tundî şermezar kir.
Di daxuyanîyekê de PDKÎ îro Çarşemê êrîşên ser partîyên Kurdan wekî binpêkirineke eşkere ya agirbesta di navbera Tehran û Washingtonê de bi nav kir.
Li gor daxuyanîya PDKÎ, çend dronên Îranê roja Çarşemê piştî nîvro li nêzîkî navçeya Dêgele ya Herêma Kurdistanê kampeke sivîl a partîyê armanc girtin. Ev êrîşa pêncemîn li ser wê kampê ye ji meha borî ve..
Roja Sêşemê jî, pêleke êrîşên dronan li ser bingehên partîyên Kurd, di nav de kampa Azadî li nêzîkî Koya, kampa Serdeşt a Komeleya Zehmetên Kurdistanê li nêzîkî Silêmanîyê, û herêmên Xelîfan û Rewanduzê, armanc girtin.
Di encama wan êrîşan de, Xezal Mewlan, Pêşmergeyekî Partîya Zehmetkêşanên Kurdistanê hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.
Amerîka û rejîma Îranê di 8'ê Nîsanê de bi navbeynkariya Pakistanê li ser agirbesteke du hefteyî li hev kir. Lê tenê çend roj piştî destpêkirina peymanê, êrîşên dronên Îranê li ser Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê kirin.
Li gor PDKÎ, ji 28'ê Sibatê ve, Pasdarên Şoreşa Îslamî herî kêm 112 êrîşên bi mûşek û dronan li dijî armancên girêdayî partîyên Kurd ên Îranê li Herêma Kurdistanê pêk anîne, di nav de 96 êrîş li ser PDKÎ'ê.