Berpirsên PDKÎ Pêla Dawî ya Êrîşên Rejîma Rejîma Dinirxînin

Piştî dijwarbûna êrîşên rejîma Îranê li ser bingeh û navendên partîyên Rojhilatê Kurdistanê, hejmareke karbidestên Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) nîgeranîya xwe li ser berdewamîya van êrîşan û encamên wan ên mirovî nîşan dan.

Endamê Desteya Rêveber a PDKÎ, Mihemed Nezîf Qadirî, di hevpeyvînekê de ji Dengê Amerîka re got ku "ev êrîş rojane ji alîyê Îran û hêzên girêdayî wê ve tên kirin" û "wisa xuya dike ku Kurd careke din bûne qurbanîyên pêvajoya danûstandin û lihevkirinên di navbera welatên Rojava û Komara Îslamî de û ji bo van alîyan xaleke lihevkirinê ye."

Bi dehan malên sivîlan bi mûşekan hatin armanckirin û bi sedan malbat li deverên Herêma Kurdistanê koçber bûn, Qadirî got.

Berpirsê PDKÎ herwiha bêdengîya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê, hikûmeta navendî li Bexdayê û welatên biyanî li hember êrîşan rexne kir.

"Tevî ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serwerîya Herêma Kurdistanê û Îraqê ne, hikûmeta Îraqê heta niha li hember van kiryaran bêdeng maye û ew şermezar nekiriye," Qadirî got.

Hîwa Behramî, berpirsê peywendîyên derve yê PDKÎ tekez kir ku divê agirbest û rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de ser hesabê fedakarîya Kurdan bidawî nebe. Wî bang li Amerîka û welatên din kir ku bersiva van êrîşan bidin.

Behramî herwiha got ku mafê PDKÎ heye ku bersiva êrîşan wekî parastina gel û hêzên Pêşmerge û sazîyên wan.

Li gor karbidestên partîyê, êrîşên Komara Îslamî yên li ser Kurdan xwedî dîrokeke dirêj in. Ew tekez dikin ku ew "sîstematîk û îdeolojîk in" û gelek berî şerê di navbera Amerîka û Îranê de destpê kirine.

Li gor raportan, Rejîma Îranê pêleke nû ya êrîşên mûşek û dronan li ser kampên sivîl ên PDKÎ destpê kiriye. Di yek ji wan êrîşan de Şahîn Azerbarzîn hate kuştin û bavê wî Nadir Azerbarzîn bi giranî birîndar bû.

Di êrîşeke din a li dijî komeke hêzên Pêşmergeyan de du endamên jin ên hêzên pêşmerge Nada Mirî û Samîra Ayarî hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.