Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) îro Înê ragihand ku di encama êrîşeke dronên rejîma Îranê de li ser kampên sivîl ên wê partîyê li Herêma Kurdistanê, "şehîd û birîndar hene."
PDKÎ di daxuyanîyekê de ragihand ku rejîma Îranê roja Înê bi mûşek û dronan pêleke nû ya êrîşan li dijî kampên wan ên li Herêma Kurdistanê pêk anîye.
Li gor daxuyanîya PDKÎ, “Di van êrîşan de Şahîn Azarberzîn şehîd bûye û bavê wî Nadir Azarberzîn jî bi giranî birîndar bûye.”
Herwiha di êrîşeke din de li ser komeke pêşmergeyên partîyê, du pêşmergeyên keç bi navên Neda Mîrî û Sermîra Ellayarî hatin kuştin û çend pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
PDKÎ û partîyên din ên Rojhilat dibêjin ku tevî agirbesta Amerîka û Îranê, êrîşên rejîma Îranê ser kamp û bingehên wan li Herêma Kurdistan nehatine rawestandin.