Di demên dawî de kêşeya avê di navbera Îraq, Îran û Tirkîyê derketîye. Li sînorê istana Silêmani, Îran ava Zêyê Biçûk û li istanên Duhok û Mûsil, Tirkîye ava Çemê Dîclê digire.
Ev jî bûye yek ji babetên ku îro danûstandin li ser tê kirin û dîyarbûna metirsîyan li ser warê ava vexwarinê, çandinî, projeyên masîvanî û geşt û gerîyanê.
Duhok ku gelek mefa ji ava Bendava Mûsilê û Çemê Dîclê werdigire, niha metirsîya avê bûye sedema fikaran.
Pisporê avê Remezan Hemze dibêjê ku bi avakirina Bendava Ilisu ji hêla Tirkîyê ve, zenga metirsîyê bo tevahîya Îraqê lêda û jiber ku çem ji Duhokê derbaz dibe, ew jî zararmend bin.