Keça Serokê Berê yê Îranê di Xwepêşandanê de Hate Girtin

Dîmenek ji xwepêşandana opozîsyiona Îranê

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê dibêje, karbidestan keça serokê berê yê reformxwaz Ekber Haşimî Rafsancanî desteser kir, jiber pişikdarîya wê ya xwepêşandanên qedexekirî.

Ajansa IRNA dibêje, Faîza Haşimî heta girtin, dema li Tehranê dirûşm û sloganên li dijî hikûmetê diqerîya.

Ajansa Fars ya Nûçeyan jî radigîhîne, Faîza Haşimî hate berdan piştî ku wê gotîye, ew çûbû derve ku ji xwe re kincan bikire.

Tevgera Kesk ya opozîsyona Îranê, jibo roja Yekşemê banga xwepêşandanan kirîbû û malperên hevrik jî radigîhînin, li gelek meydan û kolanên Tehranê xwenîşandan pêk hatine.

Rêxistina Kempeyna Navnetewî jibo Mafê Mirovan li Îranê (International Campaign for Human Rights in Iran) ku bingeha wê li New York’ê ye got, hêzên ewlekarîyê bi teqe û gazên rondikrêj girseya xwenîşander ji hev belav kir.

Kempeyna Navnetewî jibo Mafê Mirovan li Îranê her wiha got, ew bawer dikin 1 kes li Tehranê hatiye kuştin ku ew îdîa ji alîyê karbidestekî bilind yê paytaxtê hate red kirin.