Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê bi Nûnerê Amerîka yê jibo Ukrayna Keith Kellogg re kom bû.
Piştî civîna Zelenskyy û Kellogg preskonferansa hevbeş çênebû.
Ofîsa Zelenskyy ragihand ku preskonferansa hevbeş li ser daxwaza Amerîka hatiye betal kirin.
Ev bûyer di vê demê de ye ku Serokê Amerîka Donald Trump derbarê Zelenskyy dibêje dîktator û di danûstandinên Washgington û Moskowê yên ser sekinadina şerê Ukrayna de Kîev tuneye.
Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir ku şerê li wî welatî hefteya pêş dikeve sala xwe ya sisêyan.
Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî di şerê Rûsya û Ukrayna de li hember dagirkerîya Moskowê piştgirî dan Kîevê.
Danûstandinên rêvebirîya Trump yên bi Moskowê re û nexwestina Ewrupa di civînan de jibo rêberên Ewrupî fikar çêkirine ku ev rewş kêrî Moskowê were.
Çaverê ye piştî serdana Kellogg hin rêberên Ewrupî jibo piştgirîyê serdana Zelenskyy bikin.
Jêder: Reuters, AFP