Welatên Ereb bi Tundî Êrîşên Îranê Şermezar Dikin

Middle East

Wezareta Berevanîya Kuweytê îro Pêncşemê ragihand ku sê mûşekên balîstîk, mûşekeke krûz û 10 dronên Îranê di esmanê welatê xwe de dîtine. Hemû mûşek û dron hatine rûxandin û pûçkirin.

Wezaretê li ser platforma X'ê got: "Ji ber ketina perçeyên mûşek û dronan, li çend cihan ziyanên madî çêbûn. Herwiha kesek birîndar bû. Ew birîndar niha li nexweşxaneyê tê dermanikirin û rewşa wî baş e."

Wezaretê herwiha ragihand ku ji destpêka êrîşên Îranê vir ve, 16 mûşekên krûz, 386 mûşekên balîstîk û 916 dronên ji Îranê ber bi Kuweytê ve hatine avêtin.

Wezareta Derve ya Kuweytê jî daxuyanîyek belav kir û êrîşên Îranê yên li ser welatê xwe şermezar kir.

Hêzên Berevanîya Behreynê li ser platforma X'ê ragihand ku sîstemên wan ên berevanîya esmanî rûbirûyî çend êrîşên mûşek û dronên Îranê bûn, ew asteng kirin û rûxandin.

Wezareta Derve ya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) li ser platforma X'ê daxuyanîyek belav kir û êrîşên Îranê yên li ser Kuweyt û Behreynê şermezar kir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Urdunê ragihand ku wan 8 mûşekên ji Îranê hatine avêtin asteng kirine.

Di vê bûyerê de ti kes birîndar nebûye û ziyan negihandîye ti derê. Herwiha Wezareta Derve ya Urdunê li ser platforma Xê êrîşên Îranê yên li ser Kuweyt û Behreynê şermezar kir.

Êrîşên Îranê yên li ser welatên Ereb ev du roj in bê rawestan berdewam dikin.