Erebistana Siûdî Ser Êrîşên ji Axa Îraqê Bangî Balyoza Wî Welatî Dike

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî

Roja Yekşemê, Erebistana Siûdî ragihand ku ji ber "êrîşên berdewam û gefên eşkere yên li ser Mîrgeh û welatên Kendavê ji axa Iraqê" balyoza Îraqê gazî kiriye.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî di daxuyanîyek çapemenîyê de diyar kir ku "ji ber êrîşên berdewam û gefên eşkere ji Îraqê bo ser welatên wan, wê gazî Xanim Sefiye Taleb el-Suhêl kirîye."

Di daxuyanîyê de hatîye ku " Cîgirê Wezîrê Karûbarên Siyasî, Balyoz Dr. Saud el Satî di dema radestkirina gilînameya protestoyî ji balyoza Iraqê re, êrîşên ku ji axa îraqê bo ser armancên Erebistana Siûdî û welatên din yên Kendavê tên encam dan şermezar kirin."

Erebistana Siûdî tekez kirîye ku divê berpirsên Îraqî vê pirsê cîdî werbigrin û pêngavên pêwîst biavêjin û bi berpirsyarî li hember wan gef û êrîşan rawestin.

Daxuyanîya wezareta derve ya Erebistana Siûdî dibêje, "Erebistana Siûdî piştrast kir ku welatê wan dê hemî tedbîrên pêwîst bistîne da ku ewlehîya xwe biparêze û berevanîyê ji ber serwerîya xwe ve bike."