Navenda Desthilata Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) roja Pêncşemê di malepra xwe ya fermî de ragihand ku Keştîyeke (Tankerek) li gorî hişyarîya hejmar (118-26), di avên deryayî de li rojhilatê bajarê Mokalla yê Yemenê, ketîye rewşeke metirsîdar û bûyerek ewlehîyê hatiye ragihandin.
UKMTO, dibêje dema tanker ber bi rojava ve di Kendava Edenê re derbas dibû, signal ji wan re hatîye ku keştî di rewşek metirsîyê de ye, keştîyeke biçûk bê destûr nêzkî wê bûye, 6 çekdar hatine ser keştîyê û ew kontrol kiriye.
UKMTO piştrast kiriye ku li gorî agahîyên heyî, kesên çekdar tanker revandine û ew ber bi Somalyayê ve birine.
Alîyên peywendîdar li ser bûyerê lêkolînê dikin. UKMTO ji hemû keştîyên ku li herêmê digerin re şîret dan ku bi baldarî û hişyarîyeke zêde geştên xwe pêk bînin û her çalakîyeke gumanbar zû ji UKMTO re ragihînin.
Heta amadekirina vê raportê ne nasnameya çekdaran ne jî ya keştîya revandî nehatine eşekerkirin.
Li avên derayayî li Rojhilata Navîn jiber zêdegavîyên Îranê û girjîya di navbera Amerîka û Îranê de, bi taybet li Tengava Hormuzê, tevgera keştîyên bazirganî kêm bûye û rewş metirsîdartir bûye.