Armanca Êrîşên DAIŞ'ê li Kerkuk Eşkere Dibe

Dewleta Îslamê DAIŞ'ê vê dawiyê li herêma kerkuk liv û tevgerên xwe zêde dike, bi şêweke berdewam êrîşî bingehên hêzên Pêşmerga dikin, êrîşa herî dawiyê şeva bûrî pêkhat.

Çekdarên DAIŞ'ê şeva Sêşmê liser Çarşemê êrîş anî ser bingehên Pêşmerga li herêma Zerge ya başûrê rojavayê Xûrmanto.

Di encama şerekî giran de, 3 Pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan û 11 jî birîndar bûn, Efser Mohamed Ehmed, fermandarê Pêşmergeyan li Zerge gote Dengê Amerîka "Pêşmerge êdî hîn bûne çawan şerê DAIŞ'ê bikin, komikên biçûk, biçûk çêdikin, DAIŞ' bi êrîşên xwe hewil dide van grub û komikan bê bandor bike".

Efser Mohamed dîsan dibêje, çekdarên DAIŞ'ê di yek bîstik de, êrîşî du bingehan dike û çend çekdaran bi dizî dişîne nêzîkî wan bingehan û bi bombeyên destî şer dikin.

Fermandê Pêşmergeyan li Diyala Cimhûr Rûstem dibêje, Dengê Amerîka, armanca sereke ya êrîşên çekdarên DAIŞ'ê li Kerkukê û Zerge, ewe daku "rêyekê vekin û hêzên xwe bişînin parêzgeha Diyala".

Cimhûr herweha dibêje "DAIŞ agehdare ku, dê êrişî Hewêce ête kirin, ew dixwazin hejmarek çekdarên xwe ji Hewêce vegûhêzin Diyala".

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Dilşad Enwer ji Kerkukê