Hêzên Kurd li Îraqê 2 Bîrên Neftê Xistin Kontrola Xwe

Nurî Malikî û Nêçîrvan Barzanî

Hêzên pêşmerge li Kerkukê 2 bîrên neftê xistin bin kontrola xwe, di vê demê de ku girjî û alozîya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexda zêde dibe.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ev gava Kurdan ya wergirtina Kerkuk û bîrên neftê yên Bai Hassan şermezar kir û ferman sand pêşmerge ku demêdest ji wan deveran derkevin.

Ev gava Kurdan yek meh piştî ku leşkerên Îraqî ji tirsa mîlîtanên DAÎŞ ji Kerkuk û deverên din yên bakur vekêşabûn.

Rêberên sîyasî yên Kurd wek biryareke protestoyê, ji xwe hikûmeta Serokwezîrê Nurî Malikî kêşa. Malikî jî Kurdan bi hewandina xirabkarên Sunnî tawanbar kiribûn.