Wezîrê derve yê Awistralya Kevin Rudd dibêje Amerîka, ne Julian Assange, berpirsiyar e beramberî eşkere bûna name û peyamên diplomasî yên Amerîkî li malpera Wikileaks.
Kevin Rudd roja Çarşembî got, kesên ku li destpêkê ew belgenameyên diplomasî belav kirin, berpirsiyar in beramberî eşkere bûna wan li malpera Wikileaks. Rudd got ku ew eşkere kirin, hebûna arişan li sîstema parastina Amerîkî xuya dikin.
Malpera Wikileaks jimareka din yên belgenameyên nepenî eşkere kirin, herçende damezrênerê wê malperê Julian Assange roja Sêşembî li London hate desteser kirin.