Cemîyeta Rojnamegeran Girtina Rojnamevanan li Tirkîyê Şermezar Dike

Cemîyeta Rojnamegeran Girtina Rojnamevanan li Tirkîyê Şermezar Dike

Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat a Tirkîyê û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), bi armanca protestokirina serdegirtina buroyên DÎHA’yê û girtina 37 rojnamegeran daxuyanîya çapamenîyê dan.

Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat a Tirkîyê Faruk Balikçi dîyar kir ku ev rewş li pêşîya azadî û demoklrasîyê xetereyeke mezin e û hemu rojnamevan di bin gefa girtinê da ne. Faruk Balikçi bang kir da ku qanuna li pêşîya azadîya ragihandinê were rakirin û rojnamevanêrn hatine girtin derhal werin azad kirin.

Edîtorê DÎHA'yê AbdurkarhmanGok jî destnîşan kir ku li Tirkîyê demek dirêje li dijî hêza muxalif êrîş zêde bûne û herî dawî çapemeniya azad ji ketiye nava vê pêlê. Abdurrahman Gok da zanîn ku li İstanbul, İzmiri, Ankara, Van, Diyarbekir, Urfa, Adana yê piştî serdegirtina mal û ofîsên ajans û rojanemayan de 40 rojnamevan hatine binçavkirin. Rojnamevanê Kurd got piştî serdegirtinan xisareke mezin peyda bûye di ofîsê wan de û polêsan dest daye ser tevekî arşîv, compitur û kamerayê wan ku neha nikarin karê xwe bikin.