Konferansa Zimanê Kurdî li Dîyarbekirê

Konferansa Zimanê Kurdî li Dîyarbekirê

Di 2’ê Adarê da bi beşdarîya 300 zimanzan û rewşenbîrên Kurd li Dîyarbekirê “Konferansa Kurdî” destpê dike. Konferansa ku dê sê roj dewam bike, bi hevkarîya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kurdî Der, Komela Nivîskarên Kurd, TZP Kurdî ve tê lidar xistin.

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Şêxmûs Sefer destnîşan dike ku Kurd li ser ziman sîyasetê dikin, lê jibo ziman pir tişt nakin.

Birêz Sefer dide zanîn ku ewê encamnameyê konferansê pêşkêşî Kongreya Netewî bikin da ku kesên ku sîyaseta Kurdan dikin, ziman û rewşenbîr û nivîskarên Kurdan li ber çavan bigirin.

Di konferansê de li ser mijarên wek “Di Yekîtîya Neteweyî de Girtîngîya Ziman; Li Kurdistanê Rêxistinkirina Ziman; Di Yekîtîya Ziman û Pêşketina Ziman de Girîngîya Çapemenîyê; Di Pêşketina Çand û Dîrok de Girîngîya Ziman; Pirsgirêkên Alfabeya Kurdî; Polîtîkayên jibo Parastina Ziman û Pêşxistina Wî; Di Parastina Zimanê Kurdî de Girîngîya Yekîtî û Hevgirtinê; Di Cîhanê de Modelên Perwerdeyê û Rewşa Ziman; Ji Dibistana Seretayî Heta Zanîngehê Sîstemek Çawa û di Pêşxistina Ziman de Girîngîya Sazî û Akademîyan” dê gotar werin pêşkêş kirin.

Kerem kin bi lînka jorîn guhdarîya vê raportê bikin.