Partîya Aşitî û Demokrasîyê BDP, piştî ku biryara boykotkirina Parlamentoyê da, ev cara sê ye ku Civîna Grubê ya Parlamentoyê li Dîyarbekirê li dar dixe.
Serokê Gruba Partîya BDP di civînê da gotara Serokwezîr Erdogan ya di derbarê Sûrîyê da, bi tundî rexne kir û destnîşan kir ku Tirkîye gav bi gav ber bi şerê Sûrîyeyê va diçe.
Demîrtaş dîyar kir ku daxuyanîya serokwezîr tê wateya ku di dîplomasîyê de êdî tu çare nemaye.
Serokê Gruba BDP, destnîşan kir ku li pêşîya çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê astengîyeke heye ew jî AKP bixwe ye.
Demirtaş got “ger hikumet ji dil bixwaze, ev mesele dibe ku di mehekî de jî çareser bibe lê bela ku Tirkîye xwe ji şerê Surîye re amade dike, naxwaze ku pirsgirêka Kurd çareser bike.”
Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a rexê rastê vê rûpelê, guhdarîya vê raportê bikin