Partîya Aşitî û Demokrasîyê BDP, Kongreya xwe ya 2’emîn ya Asayî li Enqereyê pêk anî. Serokê Gruba BDP’ê yê parlamentoyê Selahattîn Demîrtaş, careke din wekî serokê giştî hat hilbijartin. Gulten Kişanak jî wek cîgir û hevseroka partîyê hat hilbijartin.
Di kongreyê da mijara ku herî zêde derket pêş Xweserîya Demokratîk bû û ev yek di nav xaleke rêziknameya partîyêda jî hat bicîh kirin.
Serokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku divê bi Abdullah Ocalan re careke dinê hevdîtinan bidine destpêkirin.
Birêz Demîrtaş jibo vegera parlamentoyê jî got “jibo ku em dikaribin vegerin parlamentoyê, divê şertên sîyaseta demokratîk werin amade kirin, lê em dibînin ku îro hê jî ew şert nehatine peyda kirin”