Li Nisêbînê Xwepêşandana 'Silav jibo Rojavayê'

turkey map merdin

Roja Şemîyê li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, jibo piştgirîya Kurdên Sûrî, bi pêşkêşîya Meclisa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk, bi navê 'Silav jibo Rojavayê' xwepêşandenek hat lidarxistin.

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jibo gohdarên Dengê Amerîka da zanîn ku hejmara Kurdên ku ji Sûrî hatine herêma Mêrdînê di derdora heşt hezaran de ne.

Birêz Gokkan got "li navçeya wan nêzî hezar rûniştvanên Qamişlo hene ku niha hemû li malên xizmên xwe yên Nisêbînî dimînin."

Ayşe Gokkan destnîşan kir ku çûn û hatina Kurdên Sûrî wegerîyaye zilmeke mezin û hemû Nisêbîni jiber rewşa aloz a Sûrî bi fikar in.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport