‘Jina Wê Malê’ Festîvala Şanoyê ya Amedê Destpê Dike
DÎYARBEKIR —
Dewemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ( 26 Nîsan- 4 Gulan ) bi lîstika ‘Jina Wê Malê’ destpêkir. Lîstik monodram e û ji alîye şanogera Kurd Taşar Lîvanî hat lîstin.
Encamên xelatên sêyemîn a Pêşbirka Tekstên Şanoya Kurdî jî hatin dîyar kirin.
Serokê Jûriyê Şêxmûs Sefer da zanîn ku îsal 19 tekst beşdarî pêşbirkê bûne û got ku îsal tu kes hêjayî xelata yekemîn nehatê dîtin.
Teksta Îlham Bakir “Fîstanê Sor” hêjayî xelata duyemîn, lîstika Rabîa Şîlan Alangoz “Evîna Derwêş” hêjayî xelata sêyemîn hatin dîtin.