Orkestraya Swîsrê li Dîyarbekirê ye

Orkestraya Kevane û Sazdar a Zanîngeha Hunerên Ciwan a Zurîhê

Orkestraya Kevane û Sazdar a Zanîngeha Hunerên Ciwan a Zurîha Swîsrê (ZHdk String) jibo rêzekonsertan hat Dîyarbekirê.

Di orkestrayê de 15 hunermend hene ku yek ji wan xortê Kurd Brusk Zanganeh e.

Endamên orkestrayê ji 15 welatên cuda ne. Dema ku xwendekarek ji zanîngehê dîploma muzîkê werdigire, konserta xwe ya yekê li welatê xwe dide.

Birusk Zengene jî xwestîye ku konserta xwe ya dîplomayê li Dîyarbekir bide.

Hunermend Birusk Zengene jibo gohdarên Dengê Amerîka got hêvîya wî ew e ku rojek were li Dîyarbekirê dersên musîkê bide.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport