Cejna Zimanê Kurdî Tê Pîroz Kirin

Hemwelatîyekî Kurd roja zimanê xwe yê dayikê pîroz dike

15'ê Gulanê li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Taybetîya vê rojê destpêka weşana Kovara Hawarê ye ku di 15'ê Gulana sala 1932'an de, bi alfabeya Latinî ya Kurdî hatîye weşandin.

Di sala 2006'an de Kongreya Netewî ya Kurdistanê vê rojê weke roja Cejna Zimanê Kurdî pejirand û bi vê mebestê 15-22 Gulanê weke rojên Cejna Zimanê Kurdî tên pîroz kirin.

Di çarçova cejnê de li Dîyarbekir û herêmê bi dehan bername û bizavên cuda tên lidarxistin.

Kerem kin guh bidine vê raporta taybet ya ser Roja Zimanê Kurdî.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport