Dr. Yegen: Kurd li Tirkîyê ji Dîroka Xwe Hatine Dûrxistin

Dr. Mesut Yegen

Li Tirkîyê cara yekê ye ku li ser dîroka Kurdan kovarek tê derxistin. Navê kovarê Dîroka Kurd e û ji du mehan carekî bi zimanê Tirkî dertê. Hejmara 7-emîn ya Dîroka Kurd li ser têkilîyên Safevî û Kurdan hatîye amade kirin.

Herçend hemû nivîsên kovarê lêkolînên akedemik bin jî, di kovarê de zimanek sade tê bikar anîn da ku bala kesên ku ne dîrokzanin bin jî bikşîne.

Rêvebirê kovarê, Mamostê Zanîngeha Şehîrê ya Stenbolê Profesor Dr. Mesut Yegen e. Birêz Yegen ji Dengê Amerîka re got jiber ku di dîroka Tirkîyê de gelek problem hene, di van deme dawî de bala gelek kesan diçe ser dîrokê. Bi taybetî Kurd li Tirkîyê ji dîroka xwe dûr hatine xistin. Lê di nav 30-40 salên dawî de, di nav Kurdan de jibo dîroka xwe hişmendîyek çêbûye.

Profesor Yegen da zanîn ji 100 salan zêdetir e ku li zanîngehên Tirkîyê, li ser dîroka Kurdan xebat qet nehatine kirin. Jiber vê yeke ev qad pir xalî maye. Herwiha destnîşan kir Kurd jî li pey xwe pir zede belgeyên dîrokî nehîştine. Piranîya belgeyên dîrokî yên li ser Kurdan jî bi zimanê serdestê wan hatine nivîsandin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport