Endamê DAIŞê yê Amerîkî ku berî çend rojan xwe teslîmî pêşmergeyan kiribû dibêje, ew poşman e ku tev li wê koma tundrê bûye.
Mohamad Jamal Khweis ji televîzyoneke Herêma Kurdistanê re got, dema wî biryar da ku di destpêka vê salê de here Rojhilata Navîn û tev li DAIŞê bibe, wî bi zelalî nedifikrî.
"Min şaşitî kir ku ligel keçekê çûm Mûsilê… Ez hinge bi başî nedifikrîm," Khweis di hevpeyvînê de got.
Khweis ê 26 salî roja Duşemê li nêzîkî bajarê Şengalê teslîmî pêşmergeyan bibû û ji wê demê heta niha di destê hêzên Kurdî de ye.
Hêjayî gotinê ye, Khweis li Amerîka hatibû dine û li taxa Alexandria ya eyaleta Virginia mezin bûbp.
Dayika wî roja Duşemê ji Dengê Amerîka re gotibû ku kurê wê li Kanada ye û carna wan dibihîst ku ew diçe Tirkîyê.