Desthilatdarên Îraqê li Rojnamevaneke Amerîkî ya Revandî Digerin

Shelly Kittleson

Rojnamevaneke Amerîkî roja Sêşemê li Bexdayê hate revandin û du karbidestên polîsên Îraqê dibêjin ku ew niha lê digerin.

Shelly Kittleson ji mêj ve wekî rojnamevan li hejmareke welatên Rojhilata Navîn kar kiriye.

Wezareta Hundir ya Îraqê piştrast kiriye ku rojnamevanek li Îraqê hatiye revandin, lê nasnameya wê diyar nekir.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Giştî, Dylan Johnson, got ku Wezaret derbarê revandina rojnamevana Amerîkî agahdar e.

Johnson got ku wan berê ev rojnamevan derbarê gefeyên dijî wê agahdar kiribû. Wî ku ew destê kesekî girêdayî mîlîşyaya Katayib Hizbullah a ser bi Îranê ve di vê revandinê de heye û desthilatdaranên Îraqî ew girtiye.

Wezareta Derve bang li welatîyên Amerîkî dike ku serdana Îraqê nekin, ji ber ku ew di dema şerê li dijî Îranê de bûye cihekî ne ewle.