Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li navenda Partîya Baş serdana seroka wê partîyê Meral Akşener kir.
Kiliçdaroglu û Akşener piştî hilbijartinên meha Gulanê cara pêşî kom bûn.
Serdan ji alîyê karbidestên CHP’ê hat ragihandin.
Çaverê ye, Kiliçardaroglu û Akşener ser hilbijartinên Gulanê û hilbijartinên herêmî yên 2024’an bipeyîvin.
Seroka Partîya Baş Meral Akşener meha borî li kongreya partîya xwe gotibû ku poşmanîya wê ya herî mezin 15 parlamanter in ku wan ji CHP’ê sitandine.
Akşener dîyar kiribû ku vê rewşê kiriye ku ew girêdayî partîyên din bimînin.
Jêder: Twitter