Kiliçdaroglu Banga Hilbijartina Pêşwext Dike

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got ku ew dixwazin Tirkîye bi hilbijartineke pêşwext here ser sindoqan.

Kiliçdaroglu di bernameyeke NTV de li ser pirseke derbarê hilbijartinên pêşwext dîyar kir ku eger teklîfek were ewê piştgirîyê bidin.

‘’Hemwelatîyên Tirkîyê êdî nikarin tek rojekê jî tehmûl bikin. Divê di zûtirîn dem de hilbijartin lidar bikevin,’’ Kiliçdaroglu got.

Wî dîyar kir ku divê desthilateke nû were Tirkîyê û bala xwe bide ser kêşeyên gel.

Serşêwirmendê Serokomarê Tirkîyê Mehmet Uçum di rojên borî de gotibû ji bo serokomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan jinûve bibe namzed divê hilbijartin berî dema wê ya asayî çêbibe.

Li gor qanûna bingehîn ya Tirkîyê, eger hilbijartin di dema asayî de çêbibe, serokomar li ser hev herî zêde du caran dikare bibe namzed.

Erdogan di sîstema nû de sala 2018 û 2023'an bû namzed û hat hilbijartin.

Ji bo hilbijartina pêşwext çêbibe, divê parlemana Tirkîyê wê bi 360 dengan erê bike.

Li parlamana 331 kursîyên Tifaqa Komarî hene ku ew bi hevbendîya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) pêk tê.

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî banga hilbijartina pêşwext kiribû û gotibû divê ew pêşîyê li namzedbûna Erdogan vekin.

Jêderên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dibêjin rojeva wan niha ne hilbijartin pêşwext e û ew pirtir li ser prosesa aştîya li Tirkîyê radiwestin.

Eger li Tirkîyê hilbijartina pêşweşxt çênebe, roja hilbijartina asayî 7'ê Gulana 2028an e.