Kiliçdaroglu: Divê Hemî Welatperwer di 28'ê Gulanê de Herin Ser Sindoqan

Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu îro Duşemê got ku Tirkîye ber bi rojên ronahîyê ve here.

Kiliçdaroglu, piştî hevdîtina bi Serokê Partîya Edaletê Vecdet Oz re dîyar kir ku ew di têkoşîna hebûn û nebûnê de ne û Tirkîye jî ber bi rojên ronî û tarî de ye.

Oz ji Hevpeymanîya Ata vekişînû û piştgirîya xwe ji Kiliçdaroglu re ragihandibû.

‘’Ez li bendê me ku di 28’ê Gulanê de hemî welatperwer herin ser sindoqan. Werin, dengên xwe bidin. Werin em qedera Tirkîyê biguherînin. Em Tirkîyeyeke delal bi hev re ava bikin,’’ Kiliçdaroglu got.

Serokê Partîya Edaletê Vecdet Oz jî piştî civînê dîyar kir ku ewê piştgirî bidin Kiliçdaroglu.

Oz dîyar kir ku partîya wan li binê benda hilbijartinê maye, lê wan bi yekdengî biryar daye ku ew di gera duyê de li hêla Kiliçdaroglu bin.

Wî got ku wan jibo domandina demokrasîyê biryar daye ku ew piştgirîya Kiliçdaroglu bikin.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinê vê Yekşemê here ser sindoqan.

Jibo serokomarîyê berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu û berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan hene.

Jêder: CHP, Twitter