Kiliçdaroglu Dibêje Ew bi Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê Bawer Nakin

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu îro Çarşemê got ku ew bi Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) bawer nakin.

Kiliçdaroglu di Sozcu TV de ragihand ku ew nêzî du sal in ser ewlekarîya hilbijartinê dixebitin.

Kiliçdaroglu, ser pirseke derbarê axaftinên serokên partîyan, got ku dubendîya mezin bûye û tevgerên dijmanene wî xemgîn dikin.

‘’Divê rêberên sîyasî şer nekin. Armanca me ya hevbeş xizmeta bo welêt e. Partî û dewlet ji hev cihê ne, lê civaka Tirkîyê êdî wan tevlihev dike," Kiliçdaroglu got.

Piranîya anketên dawî nîşan didin ku Kiliçdaroglu jibo hilbijartinên 14’ê Gulanê li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê herî xurt e.

Jêder: CHP