Kiliçdaroglu Serdana Serokomarê Berê yê Tirkîyê Ahmet Necdet Sezer Kir

Kilicdaroglu

Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dê îro Pêncêmê serdana serokomarê berê yê Tirkîyê Ahmet Necdet Sezer kir.

Civîna Kiliçdaroglu û Sezer dê Golbaşi ya Enqerê li mala Sezer çêbû.

Li gor ragihandina CHP’ê, civîn li medyayê girtî bû û piştî civînê jî preskonferans çênebû.

CHP'ê dîyar kir ku şîretvanên Kiliçdaroglu jî li civînê hazir bûne.

Kiliçdaroglu do Çarşemê jî serdana Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce kiribû.

Wî piştî civînê di preskonferansa hevbeş de gotibû ku ew dixwazin sifreya Xelîl Îbrahîm mezintir bikin.

Hilbijartinên Tirkîyê dê di 14’ê Gulanê de çêbin ku Kiliçdaroglu li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê herî xurt e.

Jêder: DHA