Mîtînga Kiliçdaroglu li Wanê

Your browser doesn’t support HTML5

Bo hilbijartinên 14 Gulanê çend roj mane û berbijarên serokomarîyê jî lez dan xebatên xwe. Berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu ku Hevpeymanîya Ked û Azadîyê jî piştgirîya wî dike, beşdarî mîtînga Wanê bû. Kiliçdaroglu, soz da hilbijêrên Dengderên Wanlî ku ew dê aşîtîyê bîne Tirkîyê.