Patrîkê Ortodoks Yê Rûsyayê li Dijî 'Neyaran' Banga Yekîtiyê Dike

Arşîv: Rêberê Krîstiyanên Ortodoks - Moskow

Moskow, 10ê Nîsanê, 2022 (AFP) - Patrîkê Ortodoks û oldarê Rûs Kirill, ku hevalbendê nêzîk yê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin e, Yekşemê bang li alîgirên xwe kir ku ji bo şerê li dijî "dijminên derve û navxweyî" yên Moskowê kom bibin û yekbigrin.

Li gorî ajansa nûçeyan ya TASS'ê, wî got: "Di vê dema dijwar ya ji bo welatê me de, bila xwedê alîkariya her yek ji me bike ku em bihêz li dora hev kom bibin û yekbigrîn."

Herwiha wî got "Bi vî rengî wê di nava gelê me de hevgirtineke rasteqîn çê bibe, her wiha ew ê karibin dijminên derve û hundir bişkênin û jiyaneke bixêr, rastî û hezkirineke zêdetir pêkbînin."

Kirill, ku dêra wî dora 150 mîlyon alîgirên wî hene, di gotarên xwe de gelek caran piştgirî da operasyona leşkerî ya Kremlînê ya li Ukraynayê.

Rêberê olî Kirill, di meha Sibatê de behsa têkoşînek li dijî "hêzên xerab" kir ku li dijî "yekitiya" dîrokî ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ne.

Weke Putin, Kirill parêzvaniya nirxên muhafezekar dike berevajî welaltên Rojavayî ku ew wan wekî êkçûyan binav dikin.

Di heman demê de Yekşemê, Rêberê ruhanî yê Dêra Roman ya Katolîkan Papa Francis banga "agirbesta cejna Easterê" kir da ku Moskow û Kîev li ser rêya danûstandin û aştiyê bimeşin.

Rêûresmên cejna Easterê ya Ortodoksan di 24ê Nîsana îsal de ye, hefteyek piştî pîrozbahiyên cejna kristiyanên Katolîk pêktên.

Vê jî bixwîne:

Papa Françîs li Cejna Easterê Banga Agirbestê Ya Şerê li Ukrayna Dike