Koalîsyona Navnetewî Dijî DAIŞê 20 Êrîşên Esmanî li Îraq û Sûrîyê Pêk Anîn

Piştî ku şervanên YPG kordînatan didin firokan, êrîşên esmanî têne kirin

Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞê îro Înê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Amerîka û hevalbendên wê dijî DAIŞê roja Pêncşemê 20 êrîşên esmanî li Îraq û Sûrîyê pêk anîn.

Daxuyanîyê bi berdewamî da zanîn ku 9 êrîş li sê bajarên Sûrîyê li çend şervanên wê grubê û çeperên wê yên şer, erebeyeke bombebarkirî kirin armanc.

Li Îraqê jî 11 êrîş li heft bajaran navenda wê komê û jimareke şervan kirin armanc û sîlahên giran yên otomatîk, çend wesayît û tuneleke DAIŞê rûxandin.