Bajarê Kobanê Êdî Azad e

Ala Kurdistanê li ser avahîya hikûmetê tê bilind kirin

Malpera www.Avestakurd.net û Ajansa Nûçeyan ya Firatê radigîhîn ku kontrola bajarê Kobanê kete destê Kurdan û hemî hêzên rejîma Sûrî ji bajêr hatine der xistin.​

L​i ser vê nûçeya girîng Pişka Kurdî ya Dengê bi bizavkarê Kurd Heval Kobanî re axîfî û azadkirina bajarê Kobanê jî wî pirsî.

Birêz Kobanî dibêje, îro di jîyana min de roja herî şa ye jiber ku bajare wan ji alîyê gerîlla û peşmergeyên Kurdan ve hate azad kirin.

Heval Kobanî her wiha dibêje, li kolanên Kobanê kêfxweşî û pîrozbahî heye û ew hêvî dikin ku bajarên Kurdan yên din jî bigejine azadîya xwe.

Şervanên Kurd yên jin bajarê Kobanê diparêzin














Gelê Kobanê azadîya xwe pîroz dike













Rengên netewî yên Kurdan bajarê Kobanê dixemlîne