Enwer Mislim: Jibo Paqijkirina Mayinan Alîkarîya Demûdest Pêdivî ye

Bajarê Kobanê rizgar bû, lê mayin û bombeyên ku DAÎŞ li pişt xwe hiştine hîn xeterîyeke mezin li ser jîyana mirovan dikin.

Di vê dawîyê de 6 kesên sîvîl jiber peqîna wan mayinan hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Di hevpeyîna Dengê Amerîka de Serokwezîrê Kantona Kobanê, Enwer Mislim li ser hebûna mayin û bombeyan agahîyên girîng dide.

Mislim bang li civata navnetewî dike ku demûdest alîkarîya wan bike ku ew bikanibin bajar ji wan bombe û mayinan paqij bikin.

"Mirovên me bi wan mayinan dimirin jiber ku DAÎŞ gelek ji wan mayinan li malên hemwelatîyan veşartine. Di çend rojên dawî de 6 kes jîyana xwe hinda kirin."

Mislim daxwaz ji hemwelatîyan dike ku bê agahdarkirina rêvebirîya kantonê venegerin Kobanê jiber ku pir cîh jibo jîyanê ne amade ne.

Your browser doesn’t support HTML5

Enwer_Mislim_2_11_15_RR