Gêlo Îsa Hatina Pêşmergeyan ji Kobanê re Dinirxîne

Gêlo Îsa û hevalên wî di parastina Kobanê de ne

Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demoqrata Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S ) Gêlo Îsa ji Dengê Amerîka re dibêje, ew bi hatina pêşmergeyan pir şa bûne û amade ku bi germî wan pêşwaz bikin.

"Em bi hatina birayên xwe pêşmerge bi şanaz in. Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) ne tenê jibo Kobanê, lê bo hemî Kurdan xeter e loma girîng e Kurd bi hevre şerê wê bikin."

Îsa geşbînîya xwe dîyar dike ku piştî hatina çekên giran, ku ew pir hewce ne, di enîya şer de encamên girîng derkeve pêş.

Sîyasetvanê Kurd ku bi xwe jî di parastina Kobanê de birîndar bibû balê dikşîne ser şerên giran û berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

“Îro roja 45 e û şervanên YPG bedenên xwe dikin mertal û dijî Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) şer dikin. Bi berxwedana wan Kobanê bû navenda sîyaset û dîplomasîya Kurdî.”

Your browser doesn’t support HTML5

Gêlo_Îsa_RR