Heyva Sor a Kurd îro Şemîyê ragihand ku ji ber daketina pileya germê û nebûna sotemenîyê û alavên germkirinê, pênc zarok li Kobanîyê mirin.
Heyva Sor bangek li rêxistinên mirovahî û Komisyona Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kir ku bi awayekî lezgîn bi hawara xelkê Kobanê ve biçin.
Ev bûye çend roj ku bajarê Kobanîyê li jêr dorpêçekê ye ji alîyê hêzên ser bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê ve. Rûniştvanên bajêr dibêjin ku av û elektrîk û înternet hatine birîn, ligel kêmbûna xwarin û pêdivîyên serekî yên jiyana rojane.
Heyva Sor a Kurd ragihand ku eger dorpêç ji ser Kobanîyê demûdest neyê rakirin, dê karesteke mirovahî li bajêr derkeve holê.
Li Kobanîyê û gundên derdora wê bêtirî 300 hezar Kurd dijîn. Welatîyên deverê ditirsin ku bidawîbûna agirbesta di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Sûrî û Hêzên Sûrîya Demokratîk bibe sedema berfirehbûna şer û alozkirina rewşa rûniştvanan.