Rûniştvanên Kobanîyê Dibêjin Bajar Hîn Dorpêçkirî Ye

Navenda bajarê Kobanîyê. Wêne ji arşîvê ye.

Rûniştvanên bajarê Kobanîyê yê Rojava dibêjin ku tevî rêkeftina di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûrîyê de, bajarê wan hîn jî li jêr dorpêçeke giran e.

Ji destpêka şer û alozîyan berî bêtirî sê hefteyan, Kobanî rastî dorpêçekê ji alîyê hêzên ser bi Artêşa Erebî ya Sûrî ve hatiye. Di encamê de gelek pêdivîyên serekî ji ser bajêr hatine birîn.

Rojnamevan Stêrê Çelo ji Kobanîyê ji Dengê Amerîka re got ku îro Înê hinek xwarin û şînkayî li bazarên bajêr hatin peydakirin, lê bi giştî pêdivîyên serekî derbas nabin.

"Ya herî metirsîdar ew e ku şîrê zarokan qet nayê peydakirin. Ev yek krîzeke rasteqîn ji bo malbatan tîne holê," Çelo got.

Rojnamevanê xwecihî herwiha da zanîn ku elektrîk hîn jî qutbûyî ye û înternet jî ne berdest e.

Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku ligel vê rewşa xirab ya Kobanîyê pêdivî bi şandina demûdest ya tiştên serekî heye. Di dema dawî de hinek barhilgirên Xaça Sor ya Navnetewî derbasî Kobanîyê bûn, lê karbidest û rûniştvan dibêjin ew têra tiştek nake, ji ber ku hejmareke mezin ya derbideran jî li bajêr bicih bûne.

Wezareta Navxweyî ya Sûrî îro Înê ragihand ku şandeke xelkê Kobanîyê li Helebê ligel fermandarê ewlekarîya navxweyî Mihemed Ebdulxenî kom bû. Di civînê de rewşa ewlekarî hate kirin, ligel hewlên hikûmetê bo vegera derbideran bo mal û milkên xwe, li gor daxuyanîya wezaretê.